ŞÊNIYÊN HELEBÊ SERSAXÎ DAN MALBATÊN 3 CANGORIYÊN AZADIYÊ

Rojava Tv
1 Min Read

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê ji bo endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Çîçek Efrîn, Nûrî û gerîlayê HPG’ê Mazlûm Şêrawa merasîmeke sersaxiyê li dar xist.

Bi sedan şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê beşdarî merasîmê bûn û sersaxî dan malbatên her sê şehîdan.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Kongra Star Rîhan Elo axivî û got ew xwedî li şehîdan derdikevin û dê destkeftiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê biparêzin.

Endamê PYD’ê Elî El Şêx jî bal kişand ser êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û got, êriş planeke Tirkiyeyê ye û tekezî li ser berdewamkirina rêka şehîdan kir.

Merasîm bi qebûlkirina taziyê bi dawî bû.

Share This Article