LI DIJÎ BIRYARA HIKÛMETA DEMKÎ ÇALAKVANÊN QAMIŞLO AGIRÊ NEWROZÊ PÊXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

li hemberî biryara Hikûmeta Veguhêz a paşguhkirina cejnên neteweyî bi taybetî cejnên Akîto û Newrozê di lîsteya cejnên fermî a sûriyê de, şêniyên bajarê Qamişlo bi şahiyekê li çerxereya Zorê agirê newrozê pêxistin.

çalakvan û şêniyên ji pêkhateyên cûda yên bajarê Qamişlo bi cilên xwe yên gelêrî beşdarî şahiyê bûn û ji neha ve cejna Newrozê û Ekîto pîroz kirin.

Di çalakiyê de beşdaran pankartên bi nivîsê “Newroz li hemû dayikan pîroz be”, “Akîto semboleke sereke ya Sûriyeyê ye”, “Înkarkirina cejnên neteweyî yên pêkhateyên Sûriyê berdewamiya polîtîkayên Baasê ye”, bilind kirin.

Beşdaran tekez kirin ku her roj ji bo wan Newroz e û di dawiyê de bi stranên şoreşgerî dîlanên xwe yên gelêrî gerandin.

Share This Article