ŞÊNIYÊN FIRATÊ BI XWEPÊŞANDANEKÊ DAXWAZA AZADIYA RÊBER APO KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Şêniyên kantona Firatê bi xwepêşandanekê tecrîda li dijî Rêber APO şermezar kirin û gotin, ew ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO amade ne hemû berdêlan bidin.

Di bin dirûşmeya “Ji Rêber APO re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî” bi sedan şêniyên kantona Firatê daketin qadan.

Xwepêşandanê bi berzkirina dirûşmeyên Bê Serok Jiyan Nabe, ji qada Jina Azad a bajarê Kobanê dest pê kir.

Di xwepêşandanê de wêneyên Rêber APO hatin hildan û xwepêşandêr heta Qada Aştîyê meşiyan.

Di meşê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Sara Xelîl axivî û got, dê Tirkiyê nikaribe me ji Rêbertî qut bike.
Xwepêşandêran gotin, ew ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO amade ne hemû berdêlan bidin. Xwepêşandan bi berzkirina dirûşmeyên Bê Serok Jiyan Nabe û bi can bi xwîn em bi te re ne ey serok bi dawî bû.

Share This Article