Duh di saetên ber êvarî de, dewleta Tirk a dagirker li nêzî kampa Newroz a li bakur rojhilatê Dêrikê bi balafireke bêmirov erebeyek dema ji merasîma bîranîna şehîd Hevrîn Xelef vedigeriya, kir hedef.
Şêniyên Dêrikê û navçeyên wê bi daxuyaniyekê hedefgirtina erebeyekê şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber bêdengiya hêzên garantor, hedefgirtinên dewleta Tirk berdewam dikin.
Her wiha dane zanîn ku ew ê tola şehîdên xwe ji dewleta Tirk û çeteyên wê hilînin û asta têkoşînê bilind bikin.
