ŞÊNIYÊN BAJARÊ QAMIŞLO PIŞTGIRIYA ŞERVANÊN QSD KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Gelên bakur û rojhilatê sûriyê jî ji bo piştgiriya şervanên xwe, di nava seferberiyê de ne.

şêniyên bajarê qamişlo tekez kirin ku, çawa şervanan li bendava tişrînê xwe kirin mertal ,ew ê jî heta serkeftinê li ber xwe bidin.

Nêzî mehekê ye, piştî hilweşîna rêjîma bass a esed dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî bendava tişrînê ku jêdereke stratîjîk li herêmê ye dikin.

Li hember êrîşên li ser bendava tişrînê şervanên QSD û YPJ’ê berxwedaniyeke dîrokî dimeşînin û êrîşên dagirkeran têk dibin.

Gelên bakur û rojhilatê sûriyê jî ji bo piştgiriya şervanên xwe, di nava seferberiyê de ne.

Şêniyên bajarê qamişlo êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser rojava şezmezar kirin û gotin em li pişt şervanên xwe ne, em şervanên xwe bi tenê nahêlin.

Her wiha şêniyên qamişlo tekez kirin ku, çawa şervanan li bendava tişrînê xwe kirin mertal ,ew ê jî heta serkeftinê li ber xwe bidin.

Ji bo piştgirya şervanên QSD, gelên bakur û rojhilatê sûriyê du rojin li bendava tişrînê li kêlek şervanên xwe ne û bi moraleke bilind tevî hemû êrîşan parastina bendava xwe dikin.

Share This Article