Meclisa Malbtên Şehîdan îro bi merasîmekê şehîdên komkujiya Şaredariya Qamişlo li Goristana Şehî Delîl Saroxan bi bîranî.
Îro di 11’emîn salvegera komujiya Şaredariya bajarê Qamişlo de, malbatên qurbaniyên komkujiyê, Meclisa Malbatên Şehîdan û şaredariya Gel a bajarê Qamişlo li goristana şehîd Delîl Saroxan kom bûn û tevîl merasîma bîranînê bûn.
Di merasîmê de piştî deqeyeke rêzgirtin, axaftin li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan û şaredariya Gel a bajarê Qamişlo ve hatin kirin.
Axêveran sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soza şopandina riya wan dan.
Merasîm bi serdana gorên şehîdan bi dawî bû.
