Xelkên herêmê , Endam û Rêvebirên saziyên Rêveberiya Xweser 4 şervanên YPG’ê ku 3’ê vê mehê di encama hedefgirtina erebeya wan bi balafirek dewleta Tirk a li gundê Hermê Şêxo şehîd bibûn bi merasîmekê oxir kirin.
Di 3’ê Tebaxê de li ser rêya Qamişlo-Amûdê balafireke keşfê ya dewleta Tirk a dagirker erebeyek kir hedef û di encamê de 4 şervnên YPG’ê şehîd bûn.
Bi beşdarbûna bi hezaran şêniyên herêma Cizîrê, nûnerên partiyan, saziyên civaka sivîl, Kongra Star, nûnerên Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê, hêzên leşkerî yên kantonê, Federasyona Birîndarên Şer a Bakur û Rojhilatê Sûreyê li taxa Enteriyê ya Qamişlo tev li merasîma oxirkirina şehîdên Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê bûn.
Girseya gel, cenazeyên şehîd Diyar Xelîl bi nasnav (Diyar Şoreş), Berzan Şêxmûs bi nasnav (Gerzan Qamişlo), Ehmed Semo bi nasnav (Hêwa Qamişlo) û Aram Ibrahîm bi nasnav (Orhan Qamişlo) bi tilêliyan û bi qîrkirina dirûşmeya Şehîd Namirin li goristana şehîdan pêşwazî kir.
Di merasîman de Hevseroka Encumena Malbatên Şehîdan a Herêmê Cizîrê Hêvîn El-Seyid axaftin kir û got, “Beşdarbûna bi hezaran xelkên herêmê ji merasîmên şehîdan re bersiveke herî mezin li dijî dagirkeriya Tirk e her wiha bi vê hejmarê, ji dewleta Tirk re diyar dibe hêz û vîna me naşke û dê berxwedana me ya ji bo parastina destkeftiyên şoreşê û pêkanîna armancên şehîdên me dewam bike.
