Beşa Aliyên Protez ya girêdayî Heyva Sor a Kurd li Helebê, bê westan dixebite û xizmetan pêşkêşî birîndar û sivîlên ku ji ber şer û qezayan lingên xwe winda kirine dike.
Kar û xebatên beşa Aliyên Protez bi çi rengî dimeşe? û astengiyên li pêş vê beşê tê çi ne? em di vê raporê de nas bikin.
Tevî dorpêça li ser taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê, ku ji dema rejîma berê û ta niha tê meşandin, Navenda Heyva Sor a Kurd ji bo hemû beşên civakê, xizmetên bijîşkî û mirovî yên bêpere peyda dike.
Di navendê de klînîkên sereke û girîng hene, ji wan beşa Aliyên Protez, ku xizmetên xwe pêşkêşî birîndarên şer û sivîlên ku ji ber şer û qezayan lingên xwe winda kirine dike.
Endamê beşa Aliyên Protez a Heyva Sor a Kurd “Rênas Henan” ji kamereya Rojava TV re behsa xebatên beşa xwe kir û got, ew aliyên ji nexweşan re pêwîste bi destên xwe çêdikin.
Rênas Henan behsa zehmetiyên ku rastî wan tê jî kir û anî ziman ku, yek ji zehmetiyan nederbaskirina metiryalên çêkirinê ji hêla bendên kontrolê yên li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ye.
Rojane bi sedan welatiyên Taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê serî li navenda Heyva Sor a Kurd didin û ji xizmetên wê sûdê werdigrin.
Tevî derfetên kêm, karmendên navendê ji bo piştgiriya civakê, her tiştê ku ji destê wan tê, ji welatiyan re peyda dikin.
