Şehîd Şîlan Kobanê û hevrêyên wê di salvegera şehadeta xwe de bi merasîmekê li Kobanê hatin bibîranîn.
Merasîm bi beşdariya malbatên Şehîdan, rêveberên PYD’ê û nûnerên Rêveberiya Xweser li salona Firat a bajêr pêk hat.
Di merasîmê de axaftin li ser navê Rêveberiya PYD’ê ya Herêma Firatê û malbata Şehîd Şîlan hatin kirin.
Axêveran diyar kirin ku şehîd Şîlan ji bo avakirina pergaleke wekhev xebitî û kevirê bingehîn ê şoreşa 19’ê Tîrmehê danî.
Paşê qala jiyana Şehîd Şîlan û rola wê ya di rêxistinkirina civakê de hate kirin.
ŞEHÎD ŞÎLAN Û HEVRÊYÊN WÊ LI KOBANÊ HATIN BIBÎRANÎN
