Bi sedan şêniyên bajarê Kobanê bi merasîmekî girseyî cenazeyê şehîd Şîlan Kobanê û Karker Kobanê li goristana Şehîd Dîcle Oxirkirin.
Şervana YPJ’ê Şîlan Kobanê û Şervanê Komandos Karker Kobanê di encama şerê li dijî hêzên hikumeta Demkî de şehîd bûn.
Bi sedan ji şêniyên bajarê Kobanê, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, Partiyên Siyasî, Saziyên Sivîl û Rêxistinên Jinan beşdarî merasîmê bûn.
Di merasîmê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan û hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hate kirin.
Axêveran sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina riya wan da.
Piştî axaftinan, nasnameyên şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyên şehîdan bi diruşmên ” Şehîd Namirin ” spartin axê.
