Xelkên kantona Efrîn û Şehbayê bi mersîmeke girseyî cenazeyê Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd, Sedellah Hisên Eyûb oxir kirin.
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Sedellah Hisên Eyû di 18ʹê Cotmehê de dema ku li ser erka xwe bû şehîd bû.
Xelkên kantona Efrîn û Şehbayê cenazeyê Şehîd li goristana Şehîd Sozan Amanûs a li bajarokê Fafînê oxir kirin.
Di merasîmê de axaftin li ser navê, Meclisa Malbatên Şehîdan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin kirin û soz domandina rêça şehîdan hat dayîn.
Di dawiya mersîmê de, wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.
