ŞEHÎD SALIH MUSLIM DI 40 ROJIYA WEFATA XWE DE LI KOBANÊ HAT BIBÎRANÎN

Rojava Tv
3 Min Read

Têkoşer Salih Muslim di 40 rojiya şehadeta xwe de li bajarên Kobanê li ser goran xwe û Qamişlo li hola şehîdan a goristana Şehîd Delîl Saroxan bi merasîmên cuda û girseyî hat bibîranîn.

Beşdarên merasîman tekez kirin ku Em bi saya şehîdên xwe gihiştin vê astê, em ê şopdarên rêya şehîdên xwe bin.”

Siyasetmedarê Kurd, têkoşer, ji pêşengên diyar yên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, endamê Desteya Hevserokatiyê ya (PYD), di heman demê de hevserokê berê yê PYD’ê Salih Muslim, 11’ê Adarê (2026) li bajarê Hewlêrê ji ber nexweşiya gurçikê şehîd bû.

Bi boneya 40 rojiya şehadeta siyasetmedar Salih Muslim, li goristana şehîd Dicle ya Kobanê merasîmek girseyî hat li darxistin.

Bi sedan Malbat û hevrêyên şehîd Salih Muslim, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, rêxistinên jinan, fermandarên QSD û Hêzên Asayîşê beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê hevserokê Meclisa Giştî ya PYD’ê ê Xerîb Xiso, Hevjîna Şehîd Salih Muslim Eyşe Efendî û fermandara YPJ’ê Rohilat Efrîn ve hate kirin.

Axêveran diyar kirin ku Şehîd Salih Muslim ji bo doza gelê Kurd her tim di nava têkoşînê de bû, heta kêliya dawiyê dest ji berxwedanê berneda. Divê em jî xwedî li têkoşîna şehîd Salih Muslim derkevin û şopdarên rêya wî bin.

Piştî axaftinan beşdaran gul danîn ser gora şehîd Salih Muslim.

Li aliyekî din siyasetmedar û têkoşer Salih Muslim di 40 rojiya şehadeta xwe de li Qamişloyê hat bibîranîn.

Merasîm li Hola Şehîdan a goristana şehîd Delîl Saroxan bi amadebûna Endamên PYD’ê, saziyên sivîl, malbatên şehîdan û bi sedan şêniyên bajar hat li darxistin.

Di merasîmê de piştî deqeyek rêzgirtin, sinevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna şehîd Salih Muslim hat pêşandan.

Piştre axaftin ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan, Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya PYD’ê, Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM ve hate kirin.

Axêveran diyar kirin ku Mîrateya şehîd bavê Welat ya têkoşîn û xebata wî ya siyasî wê çavkaniya îlhamê ji bo berdewamkirina têkoşîna azadiyê û avakirina Sûriyeyek demokratîk dimîne.

Merasîmên bîranîna Şehîd Salih Muslim bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Berxwedan jiyan e” bi dawî bûn.

Share This Article