Meclisa Malbatên Şehîdan û şêniyên bajarê Qamişlo bi merasîmekê cenazeya şervanên QSD’ê Şehîd Ristem û Deştî Amanos li goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir kirin.
Bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo û Meclisa Malbatên Şehîdan şervanên QSD’ê şehîd Ristem û Deştî Amanos li goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir kirin.
Bi dehan şêniyên bajêr, Meclisa Malbatên Şehîdan, Kongra Îslama Demokratîk û hevalên herdu şehîdan amade bûbû.
di merasîmê de û piştî deqeyeke rêzgirtin axaftin ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan, Hêzên Erka Xweparastinê û Kongreya Îslama Demokratîk ve hat kirin û soza domandina riya şehîdan hat nûkirin.
Piştî axaftinan wesîqeya şehadeta şehîdan hat xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeya şehîd Deştî Amanos li pakrewangeha Şehîd Delîl saroxan û cenazeya şehîd Ristem li pekrewangeha Şehîd Xebat Dêrik a bajarê Dêrikê hatin oxir kirin.
