Şehîd Remziya Altug li Goristana Ş.Delîl Saroxan hat oxirkirin.
Xelkên bajarê Qamişlo bi merasîmekê di bin dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’, ‘Jin Jiyan Azadî’ cenazyê Ş.Remziya Altug li goristana şehîdan a Ş.Delîl Saroxan li bajarê Qamişlo oxir kirin.
Merasîm bi xuleyeke rêzgirtin li ser giyanên şehîdan dest pê kir, piştre li ser navê Encumena Malbatên Şehîdan Şemsîxan Gulo û li ser navê Kongra Star Sema Begdaş jî axaftin kirin û gotin ku ew ê ji bo pêkanîna armancên Ş.Remziya têkoşîna xwe xurtir bikin û tekez kirin ku wê hesab ji kesên ajantiyê ji dijminên herêmê re dikin û dibin sedema şehadeta hevalên wan bê pirsîn.
Her wiha nasnameya şehîd hate xwendin û bi tiliyên dayîkan cenazyê şehîd Remziya Altug hate oxirkirin.
