2 endamên jin ên Encumena Sûriya Demokratîk MSD’ê beriya 2 salan serdana Siwêdayê kiribûn ku dixwestin hevdîtinê bi jinên Siwydayê yên Durzî re bikin, 21’ê Îlona 2021’an ji aliyê Hikûmeta Şamê ve bi hinceta gelek tiştan hatin girtin û di 27’ê Tebaxa 2023’an azad bûn.
Derbarê mijarê de endamên MSD’ê ji Rojava Tv re axivîn û behsa girtina xwe û zehmetiyên bi wan re derbas bûn kirin.
2 endamên jin ên Encumena Sûriya Demokratîk MSD’ê ku beriya du salan bi jinên Siwêdayê re bi riya kar hevdîtin kiribûn, piştî ku karê xwe li Siwêdayê diqedînîn û vedigerin Şamê, li wê derê ji aliyê hikûmeta Şamê ve tên girtin û 2 sal ceza li wan tê birîn.
Têkldarî mijarê girtiyên jin ên MSD’ê ku Di 27’ê Tebaxa 2023’an de azadiya xwe bi dest xistin gotin ku di nava zîndanê de ew ji hemû mafan bê par bûn.
