Şêniyên Kantona Firatê şehîd Mihemed Dilbixwîn bi merasîmeke heybet li Goristana Şehîd Dicle ya li başûrî Kobanê oxir kir.
Bi sedan şêniyên kantona Firatê sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser, tev li merasîma oxirkirina şehîd Mihemed Dilbixwîn bûn.
Şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk şehîd Dilbixwîn Ismaîl Xelef di 26`ê Hezîrana 2024`an de li Eyn Îsa şehîd bûbû.
Di merasîmê de axaftin li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan û Meclisa Leşkerî ya bajarê Girê Spî hate kirin û hate gotin ku Şehîd Dilbixwîn bi têkoşîn û vîna xwe gihişt asa şehadetê, Lê bila dewleta Tirk û hevalbendên wî baş bizanin ku ew tu carî bi şehîdxistinê tune nabin.
Piştre wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hate kirin, cenazeya Şehîd bi dirûşma” Şehîd Namrin” hate oxirkirin.
