Bi sedan Şêniyên Qamişloyê û koçberên Efrîn-Şehbayê bi mersîmeke biheybet cenazeya endama Koordînasyona Kongra Star a Efrîn-Şehbayê Hêvî Silêman li goristana Şehîd Delîl Saroxan oxirkirin.
Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Cizîrê Hêvî Silêman di 28’ê Cotmehê de, ji ber nexweşiya penceşêrê şehîd bû.
Di merasîmê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê Meclisa Malbata Şehîdan, Kongra Star, Kongreya Îslama Demokratîk û malbata şehîd ve hate kirin.
Axêveran sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina riya wan da.
Piştî axaftinan, nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Heval û malbata şehîd Hêvî Silêman cenaze rakirin û di nava diruşmeyên Şehîd Namirin spartin axê.
