ŞEHÎD FERYAT BULDAN LI QAMIŞLO BI MERASÎMEKÊ HAT OXIRKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi sedan şêniyên Qamişlo cenazeyê şehîd Feryat Buldan bi merasîmekê li goirsana şehîd Delîl Saroxan oxir kirin.
Şehîd Feryat Buldan di encama êrîşeke dewleta Tirk a dagirker de li Sirîna Kobanê şehîd bû.
Di merasîmê de piştî deqeyeke rêzgirtinê, axaftin ji aliyê Encumena Malbatên Şehîdan û Kongra Îslama Demokratîk ve hatin kirin.
Axêveran diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker kesên ji bo pêşxistina şoreşê kar dikin, hedef digire û tekezkirin ku dê têkoşîna wan bi biryardarî dewam bike.
Piştî axaftinan, nasnameya şehîd hate xwendin û bi tilîliyên dayikan, cenazeyê şehîd hat oxirkirin.

Share This Article