ŞEHÎD BAVÊ TEYAR.. BÛ DIBISTANEKE XURT Û DEWLEMEND JI BO ŞANOGERIYA KURDÎ

Rojava Tv
1 Min Read

Hevrêyên Şehîdê nemir Bavê Teyar ji Rojava TV re behsa kesayeta wî dikin û dibêjin, mirovekî welatparêz û xemxurê doza gelê xwe bû.
Her wiha hevrêyên wî soza şopandina rêya Bavê Teyar nû kirin.

Şanoger Cuma Xelîl Îbrahîm ku bi navê Bavê Teyar tê nasîn, piştî rêwîtiyeke dûrûdirêj di encama êrîşeke hovane ya dewleta Tirk a dagirker de gihêşt asta şehadetê.

Ji salên 1990ˋî û heta roja îro ve Bavê Teyar bi sedan şano çêkirine. Di şanoyên xwe de rihê welatparêzî, parastina welat û dozê dida pêş.

Hevrêya Bavê Teyar Bêrîvan Oso behsa rêwîtiya Bavê Teyar dike û dibêje ew kesayetekî welatparêz bû.

Her wiha Îsa Oso jî got, ew ji sala 2008’an ve bi Bavê Teyar re kar dikir û soza şopandina xeta şehîdan heta pêkanîna armancên wan nû kir.

Bavê Teyar di êrîşa dewleta tirk a dagirker a di 18’ê çileyê de birîndar bû tevî destwerdanên bijîşkan jî duh li nexweşxaneyeke bajarê Tebqayê şehîd bû û li dû xwe mîraseke bêhempa ku dê heta hetayê li ser zimanan bimîne, hêla.

Share This Article