Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo bi merasîmekê 390 Şehîdên mehên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê yên ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne, bibîranîn.
Bi sedan Şêniyên bajêr, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, dayik û bavên şehîdan li goristana Şehîd Delîl Saroxan a Qamişlo tevlî merasîmê bûn.
Di merasîmê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê hevserokê Saziya Malbatên Şehîdan Rêzan Gulo hate kirin.
Rêzan Gulo şehîdên azadiyên bi bîr anî û diyar kir ku şehîd dê her dem di jiyana gelê xwe de zindî bimînin ûdê alaya wan her bilind be.
Piştî axaftinê, Dayika şehîdekî Şama Mihemed helbestek li ser giyanê şehîdan xwend û diyarî şoreşgerên azadiyê kir.
Merasîm bi xwendina nasnameyên şehîdan û berzkirina diruşmên ” Şehîd Namirin ” bi dawî bû.
