SAZIYA GIŞTÎ YA ZÊDEKIRINA TOVAN HEWL DIDE ÇANDINIYA LI HERÊMÊ PÊŞ BIXE

Rojava Tv
1 Min Read

Saziya Giştî ya Zêdekirina Tovan her sal ji nîvê meha Tebaxê heta meha Îlonê deriyê tomarkirina daxwazên peymanê bi saziyê re vedike, bi armanca piştgirî û deynkirina cotkaran tov, semad û sotemeniyê, ji bo misogerkirina serkeftina demsala çandiniyê li herêmê

Saziya Zêdekirina Tovan her sal ji 15’ê Tebaxê heta 1’ê Îlonê tov li hemû şaxên xwe yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav dikin, serlêdanên tomarkirinê li pêşiya welatiyan vedike da ku peymanê bi cotkaran re girêde.

Sazî her sal nêzî 4 hezar serlêdanên cotkaran werdigire.

Di vê çarçoveyê de hevserokê saziya Zêdekirina Tovan Endezyar Mihyedîn Silêman axivî û diyar kir ku piştî serlêdanên cotkaran, daxwazên wan li gorî şert û mercan têne qebûlkirin.

Endezyar Mihyedîn Silêman da zanîn ku di warê tov, semad û sotemeniyê de, piştgiriyê didin cotkaran

Endezyar Mihyeldîn Silêman got berhemên Saziya Zêdekirina Tovan sal bi sal baştir dibe û  îsal gelekî baş bû.

Saziya Giştî ya Zêdekirina Tovan salane li ser zêdekirina cureyên nû yênh tovan bi taybetmendiyên baş kar dike da ku hewcedariya sektora çandiniyê bi tovan peyda bike û bi vî awayî çandiniya herêmê pêş bixe.

Share This Article