Duh şaredariyên herêma Cizîrê civîna xwe ya salane li dar xistin, Hevserokê desteya rêveberiya xwecihî û ekolojî ya Herêma Cizîrê Silêman Ereb got, di sala derbasbûyî de ji sedî 88 projeyan hatine cîbicîkirin.
Her wiha Silêman Ereb got, di sala nû de jî gelek projeyên wan hene û yek ji wan jî çareserkirina pirsgirêka ava Hesekê ye.
Duh, desteya şaredariyan a Herêma Cizîrê, bi beşdariya 500 mêvan û nûneran civîna xwe ya salane li bajarê Hesekê li dar xist.
Di civînê de karûxebatên sala derbasbûyî yên ku ji gel re hatine pêşkêşkirin, hatin nirxandin û planên xebatê yên sala nû jî hatin danîn.
Hevserokê desteya rêveberiya xwecihî û ekolojî ya Herêma Cizîrê Silêman Ereb got, di sala derbasbûyî de ji sedî 88 projeyan hatine cîbicîkirin.
Di sala nû de jî deste xwedî gelek projeyan e û yek ji wan projeyên sereke jî çareserkirin ava Hesekê ye.
Tevî êrîşên rojane yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, lê tevahî dezgeh û desteyên Rêveberiya Xweser di karê xwe ya xizmetkirina gel û peydakirina pêdiviyên wan de berdewam in.
