JINÊN QAMIŞLO KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ YA LI DIJÎ RÊBER APO ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Jinên bajarê Qamişlo Komploya li dijî Rêber Apo şermezar kirin û diyar kirin ku ew ê her tim ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO têbikoşin.

Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêber Abdullah Ocalan komployeke navneteweyî hat hûnandin. ‎
Hêzên hegemonîk ên modernîteya kapîtalîst û hevkarên wê, nexasim dewletên neteweperest ên ‎herêmê, di komployê de cih girtin. ‎

Di destpêka komployê de Rêber Abdullah Ocalan ji Sûriyê derket û di 15’ê Sibata 1999’an de li Nîrûbiya paytexta Kîniya hat girtin.‎

Bi nêzhatina salvegera 27’an a komployê jinên bajarê Qamişlo Komploya li dijî Rêber Apo şermezar kirin û diyar kirin, Tevî ku PKK’ê şerê çekdarî bidawî kir jî lê heta niha Rêbertî bi fîzîkî azad nebûye.

Jinên Qamişloyê daxwaza azadiya Rêber Apo kirin û anîn ziman ku ew ê her tim ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO têbkoşin.

Ji destpêka ku komploya navneteweyî li dijî rêber Apo hat hunandin û heta roja me ya îro geşedanên cûrbicûr rû dan û PKK’ê jî şerê çekdarî bidawî kir, lê heta niha tecrîda li ser rêber Apo berdewame û rêbertî bi fîzîkî nehatiye azadkirin.

Share This Article