Şaredariya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya Helebê, xebatên xwe yên xizmeta gel didomîne û komîteyên wê rojane gerên meydanî pêk tînin.
Komîteyên şaredariyê li ser firoşgehên gerok yên sebzeyan û cihê rawestandina erebeyan digere, û hemû kesên ku biryaran pêk naynin, ceza dikin.
Her weha Komîte serdana dikanên xwarinê dikin da ku pê ewle bibin ku bazirgan bihayên kelûpelan bilind nekin.
Hevserokatiya Şaredariya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya Helebê teqez dike ku jiyan li taxê asayî ye û karê saziyan li wir nehatiye guhertin, wekî ku hin derewkarên medyayê pêşkeş dikin.
ŞAREDARIYA TAXÊN ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ XEBATÊN XWE DIDOMÎNE
