Desteya Rêveberiya Herêmî ya Herêma Firatê dest bi avakirina parkeke nû li bajarê Kobanê kir.
Berpirsa avakirina parkê diyar kir ku ew ê di rojên pêş de dest bi avakirina parkên nû li taxên din yên bajêr bikin.
Park, şînkayî û paqijî ji bo her welatekî rûyê şaristanî û ekolojîk nîşan didin.
Bi armanca zêdekirina qada keskahiyê, Desteya Rêveberiya Herêmî ya Herêma Firatê li taxa Şehîd Ebdo ya li bajarê Kobanê parkekê bi navê “Jîn” ava dike.
Li gorî desteyê firehiya parkê 2 hezar û 800 metro çargoşe ye.
Berpirsa avakirina parkê Edûla Remo diyar kir ku, park li gorî pîvanên standart ên navdewletî têne avakirin.
Welatiyên taxê jî ji ber avakirina parkê spasiya Rêveberiya Xweser kirin û gotin ku ev park dê hewayeke guncaw ji bo bêhndanê ji wan re peyda bike.
Xebatên avakirina parkê di çaçroveya avakirina peyaran, sûr, diyarkirina cihên rûniştin û cihên daran de tên kirin.
Tê payîn ku avakirina parkê mehekê dewam bike.
