ŞAREDARIYA ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ DEST BI QONAXA SÊYEMÎN A QÎRKIRINA RÊYAN KIR

Rojava Tv
1 Min Read

 

Şaredariya Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê îro dest bi qonaxa sêyemîn a qîrkirina rêyên xerabe kir.
Di qonaxa sêyemîn de rêya taxa Şêxmeqsûd a şerqî hat qîekirin, her wiha dê rêyên sereke yên ku pêwistiya gel pê heye jî werin qîrkirin.
Li gorî Şaredariya Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê qonaxa sêyemîn li ser du pêvajoyan hatiye dabeşkirin, di pêvajoye yekem de dê 5 km rê were qîrkirin û bi demê re wê careke din bi qasî 5 km rê were qîrkirin.
Hat raghandin ku piştî sererastkirina rêyên Taxên Şêxmeqsûd dê xebat li ser sererastkirina rêyên taxên Eşrefiyê dest pê bike.

Share This Article