ŞAREDARIYA QAMIŞLO Û ZANÎNGEHA ROJAVA BO PÊŞXISTINA HEVKARIYÊ CIVÎNEK SAZ KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo û Zanîngeha Rojava ji bo pêşxistina hevkariyê û çareserkirina dozên xizmetguzarî û civakî, civînek li dar xistin.

Bi dehan endamên şaredariyê, mamoste, xwendekar û welatî beşdarî civînê bûn.

Hevseroka şaredariyê, Bêrîvan Omer civîn bi rê ve bir û bal kişand ser girîngiya tevlikirina civakê di girtina biryaran de.

Bêrîvan Omer got: “Ji bo ku em karê xwe bi pêş bixin, divê em nêrîna civakê bigirin û pêşniyarên wan nas bikin.

Piştre li pêşniyar û pirsên beşdaran hate guhdarkirin. Her wiha tekezî li ser pêşxistina projeyên akademîk yên di navbera her du aliyan de hate kirin.

Share This Article