Piştî demekê ji gilî û gazinên ajokar û welatiyên bajarê Qamişlo ji têkçûna binesaziya riyên çûn û hetinê Şaredariya Gel ya bajêr bi hevkariya kampaniya Zagros dest bi projeya zifitkirina rêyên sereke yên bajêr kir.
Ev gav di çarçoveya planên xizmetguzariyê yên şaredariyê û bi armanca hêsankirina tevgera trafîk û welatiyan, kêmkirina astengî û zirarên ku li ser rêyan hene, tê avêtin.
Piştî demekê ji gilî û gazinên ajokar û welatiyên Qamişlo Şaredariya Gel ya bajêr bi hevkariya kampaniya Zagros dest bi projeya zifitkirina rêyên sereke yên bajêr kir.
Ev gav di çarçoveya planên xizmetguzariyê yên şaredariyê û bi armanca hêsankirina tevgera trafîk û welatiyan, kêmkirina astengî û zirarên ku li ser rêyan hene, tê avêtin.
Ev proje beşek ji rêze projeyên xizmetguzariyê ye ku şaredarî ji bo pêşxistina torê rêyan û bilindkirina asta xizmetan ji bo gelê bajêr pêk tîne.
Endezyarê Kampaniya Zagros Ebduselam Elî ji ROJAVA TV re diyar kir ku ji 12 meha 5 ve dest bi piroja ziftê kiribûn lê ji ber barîna baranê piroje haibû rawestandin.
Ebduselam Elî anî ziman ku destnîşankirina tenê 20 hezar mitir kûp têra rêyên serek û şaxî bi awayekî raste rast nake.
Ajokrê bi navê Dilşêr spasiya şaredariya bajarê Qamişlo kir û hêvî kir ku şaredarî karê xwe berdewam bike.
Ev projeya zifitkirinê bandorek erênî li ser rehetbûna çûn û hatinê û baştirkirina jiyana rojane ya niştecihan dike, her wiha dibe gavek avakirina bajarekî xweşiktir û pêşketîtir.
