DESTEYA JÎNGEHÊ LI KOBANÊ BROŞORÊN HIŞYARIYÊ BELAV KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi boneya 5’ê Hezîranê `Roja Cîhanî ya Jîngehê` û bi armanca pêşxistina hişmendiya jîngehê di nav welatiyan de, Desteya Jîngehê kampanyayek hişyariyê pêk anî û broşorên hişyariyê li çend deverên bajarê Kobanê belav kirin.

Kampanyayê belavkirina broşoran li kolanên bajêr, li xalên kontrolê yên ewlehiyê û li nanpêjxaneyan hatin belavkirin, da ku peyamên hişyariyê bigihîjin beşek berfireh ji civakê.

Broşoran agahdarî û rêbernameyên li ser girîngiya parastina jîngehê, kêmkirina qirêjiyê û çawaniya avêtina çopê li cihê wê yê rast hewandin.

Desteya Jîngehê tekez kir ku ev çalakî beşek ji hewldanên wê yên berdewam e ji bo belavkirina hişmendiya jîngehê û xurtkirina berpirsiyariya civakî .

Share This Article