KONGREYA YEKEMÎN A KESÊN XWEDÎ PÊDIVIYÊN TAYBET HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Desteya Karûbarên Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya Rêxistina Nûdem Kongreya Yekemîn a kesên xwedî Pêdiviyên Taybet li Minbicê lidarxistin.
Di kongreyê de rewşa kesên xwedî pêdiviyên taybet hat nîqaşkirin.

Di bin diruşmeya “Bi vîna xwe em ê hêviyê biafirînin” Desteya Kar û Barên Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevkariya Rêxistina Nûdem Kongreya Yekemîn a kesên xwedî Pêdiviyên Taybet li Minbicê hat lidarxistin.

Di kongreyê de rewşa kesên xwedî pêdiviyên taybet, astengiyên ku pê re rû bi rû dimînin û çawaniya pêşxistina rewşa wan hatin nîqaşkirin.

Hevserokê Komîteya Karûbarên Civakî ya Reqayê Cîhad Hesen ji Rojava TV re diyar kir ku Rêveberiya Xweser giringiyeke mezin dide kesên xwedî pêdiviyên taybet.

Her wiha Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî ya Herêma Cizîrê Hindirîn Sîno jî anî ziman ku Rêveberiyê zagonên parastina mafên kesên xwedî pêdiviyên taybet danîne.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava sazî û desteyên xwe de, derfetên kar ji bo kesên xwedî pêdiviyên taybet veqetandine û bi berdewamî hewla pêşxistina rewşa wan dide.

Share This Article