ŞAREDARIYA GEL A REQAYÊ DEST BI HEMLEYA SERERASTKIRINA RIYAN KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Şaredariya Gel ya kantona Reqayê ji bo sererastkirina rêyên li bajêr û paqijkirina wan dest bi hemleyekê kir.

Li gorî Şaredariyê hemle bi armanca başkirina binesaziya herêmê û pêşxistina wê hat destpêkirin.

Hemle ji kolana Kehrebeyê heta bi kolana Sarîko bi dirêjahiya 450 Km hatiye destpê kirin.

Di xebatên sererastkirinê de dê bilok bên dayîn , çemento bê valakirin û peyare bên sererastkirin.

Endazyar Cuma Hecac ji Rojava Tv re diyar kir ku hemle dê li gelek kolanên weke Mensûr û Çarxareya Delê were li dar xistin.

Share This Article