Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo bi civînekê, li pêşniyar û daxwaza komîn û meclisan guhdar kir.
Şaredariyê diyar kir ku, pêşniyar û daxwazên komîn û meclisan, dê di plansaziya sala 2026’an de bêne bicihkirin.
Bi armanca nirxandina pirojeyên ku di sala 2025’an de pêk hatine, projeyên ku divê di sala 2026’an de bêne çêkirin, Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo, civînek ji endamên şaredariyê, komîn û meclisên taxan re, li dar xist.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre pirojeyên ku şarederî di vê salê pê rabûye hatin nirxandin û her komînek raporên xwe ji şaredariyê re pêş kêş kirin.
Kamîreya Rojava Tv civîn şopand û ji Hevseroka Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo Bêrîvan Omer, hurgûliyên civînê wergirtin.
Hevserokên komînan hêvî kirin ku rûniştina wan bibe destpêka çareseriya pirsgirêkan û karibin li daxwazên gel xwedî derkevin.
Tê payîn ku piştî vê civînê, Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo, ji bo çareserkirina pirisgirêkan komîteyeke şopandinê ava bike û van pirisgirêkan bi Rêveberiya Xweser re nîqaş bike.
