ŞAREDARIYA GEL A QAMIŞLO BI HEMAHENGIYA ENDEZYARIYAN RE CIVÎNEK LIDARXIST

Rojava Tv
1 Min Read

Komîteya teknîkî ya bilind a Şaredariya Qamişloyê bi hemahengiya Endezyariyan re civîna xwe ya asayî li Qamişlo li darxistin.

Hevserok û Cîgirên Hevserokatiya Şaredariyê, Rêveberiya Dayîreya Teknîkî, Yekîtiya Endezyar û Nivîsgeha Hiqûqî beşdarî civînê bûn.

Di civînê de hejmarek ji mijarên teknîkî hate nîqaşkirin, her wiha bal hate kişandin ser planên bajarî û rêzknameyên avahiya bajêr.

Di dawiya civînê de tekezî li ser xebat ji bo yekkirina hewildanên di navbera rayedarên têkildar de ji bo baştirkirina sektorên bajar û xizmetan de, hate kirin.

Share This Article