Çalakvan û Rewşenbîrên Kantona Reqayê rapora televizyona Alhadath derbarê madeyên hişbirê de; şermezar kirin û gotin, divê televizyona El-Hedath lêborînê ji xelkên Reqayê bixwaze ji ber ku rapor dûrî exlaq û çanda bajêr re.
Bertek û nerazîbûnên xelkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember rapora televizyona ALHADATH ku tê de dibêje zêdetirî 80% ciwan û şêniyên kantona Reqayê madeyên narkotîk vedixin, zêde dibin.
Çalakvan û Rewşenbîrên Kantona Reqayê rapora televizyona ALHADATH şermezar kirin û gotin, rapor dûrî exlaq û çanda bajêr re.
Çalakvan û Rewşenbîran rapor dûrî rastiyê pênase kirin û anîn ziman ku, divê televizyona ALHADATH lêborînê ji xelkên Reqayê bixwaze.
Herî dawî raportek ji aliyê televizyona ALHADATH ve belav bû û tê de zêdetirî 80% ji ciwan û şêniyên kantona Reqayê bi vexwarina madeyên narkotîk tometbar kir.
