ŞAREDARIYA AMÛDÊ DEST BI XEBATA SÛKA SEBZEYAN YA NÛ KIRIYE

Rojava Tv
2 Min Read

Bi armanca birêxistinkirina tevgera kirîn û firotina sebze û fêkiyan û xwedîderketina li pêdiviyên şêniyan û çareserkirina pirsgirêkên astengiyên çûn û hatinê yên di hundirê bajêr de, şaredariya gel a bajarê Amûdê dest bi xebata sûka sebzeyan ya nû kiriye.

xwediyên dikanên sebze û Fêkiyan yên di sûka bajarê Amûdê de dan xuyakirin ku ev piroje ji bo wan ya herî guncaw.

Hevserokê hevserokê şaredariya Amûdê Mihemed El-Umerî destnîşan kir ku ji ber tengbûna sûka sebzeyan ya di nava bajêr de wan pêwîstî dît ku sûkek nû ji derveyî bajêr ava bikin..

Şaredariya Gel a bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê dest bi projeya Sûka sebzeyan a nû kir, Ev proje yek ji projeyên xizmetguzariyê yên herî mezin e û armanc jê ew e ku tevgera kirîn û firotina sebze û fêkiyan were birêxistinkirin û welatî bi hêsanî xwe bigihînin pêdiviyên xwe.

Proje li başûrê bajarê pîşesaziyê yê bajarê Amûdê ye, rûbera wê 3 hezar û 32 metredam e û ji 3 komên sereke pêk tê: Koma yekê; rûbera wê 657 metredam e û ji 11 dikanan pêk tê.

Koma duyemîn rûbera wê hezar û 79 metredam e û ji 18 dikanan pêk tê.

Koma sêyemîn jî rûbera wê hezar û 296 metredam e û ji 24 dikanan pêk tê.

xwediyên dikanên sebze û Fêkiyan yên di sûka bajarê Amûdê de dan xuyakirin ku ev piroje ji bo wan ya herî guncaw e.

Hevserokê hevserokê şaredariya Amûdê Mihemed El-Umerî destnîşan kir ku ji ber tengbûna sûka sebzeyan ya di nava bajêr de wan pêwîstî dît ku sûkek nû ji derveyî bajêr ava bikin..

Sûka sebzeyan a nû ya Amûdê yek ji projeyên xizmetguzariyê yên herî mezin e û armanc jê xwedîderketina li pêdiviyên şêniyan û çareserkirina pirsgirêkên astengiyên çûn û hatinê yên di hundirê bajêr de ye.

Share This Article