ŞANDEYEKE MSD’Ê SERDANA KAMPÊN WAŞÛKANÎ Û SERÊKANIYÊ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Şandeyeke Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê serdana kampên Waşûkanî û Serêkaniyê yên koçberên Serêkaniya dagirkirî kir.

Şandeya MSD’ê ji hevserokê meclisê Mehmûd El- Mislit û endamên meclisê pêk dihat.

Şande ji aliyê komîteya koçberên Serêkaniyê ve hate pêşwazîkirin û rewşa koçberan hate nîqaşkirin.

Hevserokê MSD’ê Mehmûd El- Mislit ji koçberan re geşedanên siyasî şîrove kir û behsa awayên vegereke bi ewle jî kir.

Her wiha li daxwaz û rexneyên koçberên Serêkaniyê jî guhdarî kir.

Share This Article