Salvegera 22’emîn a damezirandina Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê li kantona Reqayê bi şahiyekê hat pîroz kirin.
Şahiya salvegerê di bin diruşmeya ” Bi Hevre Ji Bo Avakirina Komara Sûriya Demokratîk” hat li dar xistin.
Bi sedan Endamên partiyê, nûnerên saziyên sivîl, siyasî, rûspiyên êlan û şêniyê Reqayê li hola Mişwar a bajêr tevlî şahiyê bûn.
Di şahiyê de piştî deqeyek rêzgirtin, nameya ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo êlên Reqayê şandiye, hate xwendin.
Piştre axaftin ji aliyê PYD’ê, Meclisa Rêveber a kantona Reqayê û Nivîsgeha Perwerdeyê ya Kombûna Jinan a Zenûbya ve hate kirin.
Axêveran tekez kirin ku ji bo hêviyên pêkhateyên gelê Sûriyeyê werin bidestxistin, Divê têkoşîna siyasî û rêxistinî bi rêya PYD`ê bidome.
Şahî bi pêşkêşkirina Koma Hîlala Zêrîn ji berhemên xwe re, bi dawî bû.
