Hêzên Parastina Jinan ên Bêt Nehrên salvegera 10’emîn a damezirandina xwe bi şahiyekê pîroz kir û soza misogerkirina pêşerojeke bi edalet û rûmet dubare kir.
Di şahiyê de nûnerên Rêveberiya Xweser, Hêzên Ewlelariya Hundirîn, YPJ’ê, rêxistinên jinan, partiyên siyasî, şêniyên bajêr amade bûn.
Nûnera Hêzên Parastina Jinan ên Bêt Nehrên Elhoro Nûr di şahiyê de axivî û got: “Şerê me ne tenê li dijî dijmin bû, her wiha ew li dijî paşguhkirin û qeydên li ser jinan bû.
Fermandara YPJ’ê Viyan Adar jî têkoşîn û fedakariya jinên Bêt Nehrên silav kir û diyar kir ku wan îradeya jinên azad nîşan da.
Hêzên Parastina Jinan ên Bêt Nehrên di 30’ê Tebaxa 2015’an de li bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê wekî baskê leşkerî yê tevgera siyasî ya Suryanî, di bin siya QSD’ê de hat avakirin.
