Seroka Desteya Jin a Herêma Cizîrê Evîn Paşo têkildarî salvegera 1’emîn a şehadeta Zeyneb Saroxan ji Rojava Tv re axivî.
Evîn paşo soza şopandina rêya Zeyneb Saroxan da û diyar kir ku ala şoreşa jinê ku bi destê bi sedan şehîdên jin hatiye bilindkirin wê tu car li erdê nemîne.
Dewleta Tirk a qirker 27’ê Îlona 2022’an bi balafireke bêmirov êrîşeke terorî li dijî erebeyekê li ser rêya di navbera Dêrik û Girkê Legê de pêk anî.
Di encama êrîşê de Hevserokên Nivîsgeha Dad û Çeksaziyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Yilmaz Şero û Zeyneb Saroxan şehîd bûn.
Seroka Desteya Jin a Herêma Cizîrê Evîn Paşo têkildarî salvegera 1’emîn a şehadeta Zeyneb Saroxan axivî û behsa kesayet û hevaltiya wê kir.
Her wiha Evîn Paşo soza şopandina rêya Ş.Zeyneb Saroxan da û diyar kir ku ala şoreşa jinê ku bi destê bi sedan şehîdên jin hatiye bilindkirin wê tu carî li erdê nemîne.
Dewleta Tirk a dagirker bi armanca têkbirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi her awayî êrîş dike.
Dagirkeriya Tirk di êrîşên xwe de pêşengên şoreşa 19’ê Tîrmehê dike hedef, lê tevî vê yekê jî gelê herêmê bi vîn û hêzeke pir mezin li hember dagirkeriyê disekinin û hemû pilanên wê vala derdixin.
