Sala xwendinê ya 2025-2026’an li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir.
Li gorî Desteya Perwerde û Fêrkirinê, îsa dê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê 713 hezar û 554 şagirt û xwendekar perwedeya xwe li 3 hezar û 647 dibistanan bibînin.
wê ev şagirt û xwendekar ji aliyê 35 hezar û 513 mamosteyan ve bên perwerdekirin.
ev mamoste li ser rêbazên hînkirinê di dewreyên perwerdeyê û fêrkirinê re derbas bûn.
Di dibistanan de ji bo qeydkirina xwendekaran û peydakirina hawîrdoreke perwerdeyê ya gunaw ji xwendekaran re, dewama rêveberî 7’ê Îlonê dest pê kiribû.
Pergala perwerde û fêrkirinê ya herêmê xwe dispêre, metaryalên ku hatine guhertin.
Bi 3 zimanên sereke: kurdî, erebî û suryanî perwerde di dibistanên herêmê de têne dayîn.
Ev metaryal, xweza û taybetmendiya her herêmekê di ber çavan re derbas dike û pirrengiya zimanî û nasnameya civakî ya pêkhateyan rave dike.
