Sala yekemîn a Peymangeha Bilind a Huneran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû. Di peymangehê de xwendekarên beşên şano, sînema û muzîkê derbasî sala 2’emîn bûn.
Di peymangehê de 54 xwendekarên beşên şano, sînema û muzîkê derbasî sala 2’yemîn bûn.
Bi vê boneyê peymangehê şahiyek li navenda peymangehê ya Dêrikê li dar xist. Di şahiyê de endamên Desteya Çand û Hunerê, Tevgera Çand û Hunera Mezopotamyayê TEV-ÇAND, Zanîngeha Rojava û nûnerên Rêveberiya Xweser amade bûn.
Peymangeh di 17’ê Cotmeha 2024’an de bi armanca amadekirina pisporên çandî û hunerî û pêşxistina jêhatiyên ciwanan di hemû aliyên hunerê de, hat vekirin.
