ŞAHIYEK JI BO 53 XWENDEKARÊN AKADEMYA ŞEHÎD EMGÎHAN CÛDÎ HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Akadimya Şehîd Emgîhan Cûdî şahiyek ji bo derçûna 53 xwendekaran li navenda Baqî Xido ya çand û hunerê li dar xist.

Şahî bi beşdariya Sazî û dezgehên rêveberiya xweser, partiyên siyasî, malbatên şehîdan û malbatên xwendekaran pêk hat.

Piştî deqeyke rêzgirtinê hevserokê Akadimya Şehîd Emgîhan Cûdî Silêman Silêman axivî û derçûna xwendekaran pîroz kir û hêviya pêşerojeke serkeftî ji wan re xweset.

Piştre koma Botan berhemên xwe pêşkêş kirin. Her wiha bawername hatin belavkirin û mamosteyên beşan jî hatin xelatkirin.

Di dawiya şahiyê de Xwedekaran serdana goristana şehîd Dîcle kirin.

Share This Article