Şaredariya Gel a Qamişlo şahiya pîrozkirina sedsaliya Qamişloyê bi şahiyekê bi dawî kir.
Bi sedan xelkên Qamişlo, endamên Partiyên siyasî û civakî, Şaredariya gel û rewşenbîr li parka Azadî ya Qamişloyê beşdarî roja duyemîn a şahiya Pîrozkirina Sedsaliya Qamişloyê bûn.
Di şahiyê de piştî deqeyek rêzgirtin, belgefilmek li ser bajarê Qamişlo hate pêşandina.
Piştre kesên ku beşdarî belgefilêm bûn hatin xelatkirin.
Şahî bi pêşkêşkirina stran û gerandina govendê bi dawî bû.
