ŞEHÎD RÛHEYV, ZÎLAN Û RAFÎ LI QAMIŞLO HATIN OXIRKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Şêniyên Qamişloyê bi merasîmekê cenazeyên 3 cangoriyan li Goristan Şehîd Delîl Saroxan spartin axê.

Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Raperîn Numan bi nasnav Rûheyv Şervan û Eyşe Elî bi nasnav Zîlan Ceger di 9’ê Çileyê de di berxwedana taxa Şêxmeqsûdê de şehîd bûn û şervanê Tûgeya Qamişloyê Rafî El Îsa di encama êrişeke komên derveyî qanûnê de birîndar bibû di 19’ê vê Tebaxê de şehîd bû bi merasîmekê bi heybet hatin oxirkirin.

Di merasîmê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan û YPJ‘ê ve hate kirin.

Share This Article