li bajarokê Şêrewa ya Efrîna dagirkirî bi boneya 25’ê Mijdarê, mêr li dijî tundiya li ser jinan xwepêşandanek lidarxistin.
Xwepêşandan li qada kampa Veger a gundê Ziyaretê ya bajarokê Şêrewa li dar ket.
Di xwepêşandanê de li ser navê xelkên bajarok daxuyaniyek hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, Bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ jin gihêşt azadiya xwe û li dijî desthiladarî û tundiyê serî hildide.
Bi saya şoreşê jin bûn şervanên ku şer dikin him jî bûn mamosteyên ku nifşên pêşerojê ava dikin û civakê bi rê ve dibin.
Xwepêşandan bi dirûşma “Jin jiyan Azadî” û “Jin jiyan e, jiyanê nekujin” dawî bû.
