RÛSPIYÊN EŞÎRÊN HERÊMÊ LI BENDAVÊ BANGA PIŞTEVANIYA BI QSD’Ê RE KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Rûspiyê eşîra Efadile, Şêx Ayid El Hadî ji Bendava Tişrînê bi navê eşîrên herêmê peyamek da û diyar kir ku dê parastina destkeftiyan bidomînin û li hemberî hemû êrîşan bisekinin.
Şêx Ayid El Hadî di peyamê de got”Em şêx û Rûspiyên Eşîreyan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriya xwe bi QSD’ê re radighînin.
QSD’ê ji bo me hêzeke ku dilsoziya xwe ya parastina xak û gelê xwe bi hemû pêkhateyên wê tekez kiriye.
her di peyamê de el hadî diyar kir ku Berxwedana li bendava tişrînê ji bo wan sembola rûmet û îradeyê ye.”
Şêx Ayid El Hadî bang li civaka Navdewletî kir ku ji bo piştgiriya QSD’ê ku di berdêla cîhanê de li dijî terorê şer dike bi erkê xwe rabin.

Share This Article