RÛSPÎ Û SEROKEŞÎRÊN CIZÎRÊ PIŞTEVANIYA OPERASYONA QSD’Ê DIKIN

Rojava Tv
1 Min Read

Rûspî û serokeşîrên Herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê piştevaniya Operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku QSD’ê li ser daxwaza xelkê Dêrazorê, ji bo têkbirina şaneyên DAIŞ’ê û kesên têkder, dest bi operasyonê kir.

Her wiha hate diyarkirin ku, ew hewldanên derxistina fitneyan di navbera pêkhateyan de red dikin û ji xelkên Dêrazorê daxwaz hate kirin ku guh nedin hêzên dijber.

Di beşekî din de hate aşkerekirin ku, hinek aliyên têkder dixwazin aramiya herêmê têk bibin.

Di dawiyê de bang li tevahî serokeşîr û rûspiyan hate kirin ku destekê bidin QSD’ê û guh nedin fitneyan.

Share This Article