LI REQAYÊ DEMA RADESTKIRINA TOVÊN GENIM JI BO COTKARAN HAT DIYARKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Saziya zêdekirina Tovan a Kantona Reqayê destnîşan kir ku, ew ê di 20’ê Îlonê de tovên genim radestî cotkaran bikin.
Piştî vekirina deriyê tomarkirina girêbestan, bi hevahengiya Yekîtiya Cotkaran mîqdara genim ji bo her donimekî hat destnîşankirin.
5’ê îlonê tomarkirina girêbestên cotkaran ji aliyê Saziya zêdekirina Tovan ve hat vekirin û dê heta 15’ê Îlonê bidome.
Li gorî Saziya zêdekirina Tovan a Kantona Reqayê bi qasî 10 hezar ton tov ji bo kantonê hatiye veqetandin.

Share This Article