RÛSPÎ Û KESAYETÊN NETEWÎ YÊN CIZÎRÊ DAXWAZA VEGERANDINA DAXWAZNAMEYA 1932’AN KIRIN

Rojava Tv
2 Min Read

kesayetên netewî û şêxên eşîrên kantona Cizîrê îro bi armanca daxwaza vegerandina daxwaznameya 1932’an civînek li hola Zana ya bajarê Qamişlo lidarxistin.

Beşdarên civînê tekez kirin ku rewşa Sûriyê piştî rûxandina rêjîmê mîna ya piştî rûxana Împaratoriya Osmanî ye, lewma careke din hewce bi daxwaznameya 1932’an heye.

Şêxên eşîran û kesayetên netewî yên Kurd, Ereb û Suryan, piştî şerê cîhanê ya yekem û taybet di sala 1932’an de, ji bo bidestxistin û parastina mafên kurdan gelek xebat meşandin.

Îro piştî ketina rejîma Sûriyê, kesayetên netewî û şêxên eşîran, careke din di misogerkirina mafên gelên li Rojava de dixwazin bibin aliyek.

Di vê derbarê de, kesayetên netewî û şêxên eşîrên kantona Cizîrê, li hola Zana ya bajarê Qamişlo civînek li dar xistin û daxwaza vegerandina daxwaznameya 1932’an kirin.

Derbarê de, beşdaran hûrgiliyên civînê û nêrînên xwe ji Kamîreya Rojava TV re vegotin.

Beşdaran tekez kirin ku rewşa Sûriyê piştî rûxandina rêjîmê mîna ya piştî rûxana Împaratoriya Osmanî ye, lewma careke din hewce bi daxwaznameyê heye.

Daxwaznameya 1932’an, daxwaznameyeke ku Kurdên Sûriyê ji hikûmeta demekî re şandibûn û tê de daxwaz kiribûn ku rêveberiyek taybet ji bo herêma bakur û rojhilatê Sûriyê ku piraniya wan kurd in, peyda bibe.

Lê mixabin ji ber zexta Osmanî û welatên rojavayî daxwazname negihîşt armancên xwe.

Share This Article