ROLA JINAN DI QONAXA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK DE LI HELEBÊ HAT NÎQAŞKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Meclisa Jinan a PYD’ê bi dirûşma “Rola jinan di qonaxa Aştî û Civaka Demokratîk de” li taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê paneleke diyalogê li dar xist.

Di panelê de jinên serbixwe, rewşenbîr, aktîvîst, endamên partiyên siyasî, saziyên sivîl û Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Jin amade bûn.

Panel li ser gelek xalên giring rawestiya, ji wan: Pirsgirêkên civakî û diyardeyên tundiyê yên li dijî jinan, banga “Aştî û Civaka Demokratîk” û rola jinan di pêşeroja Sûriyê de.

Jinan di dawiya panelê de tekezî li ser erkê jinan di avakirina civaka demokratîk de li gor perspektîvên Rêber Abdullah Ocalan kirin.

Share This Article